Holenda 15 milyon Euro pêşkêş dike ji bo piştevaniya dubareavkirinê li Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Holenda beriya dawiya vê salê 15 milyon Euro pêşkêş dike ji bo piştevaniya dubareavkirinê li Sûriyê.
Wezîrê bazirganiya derve yê Holendayê Sjoerd Sjoerdsma ragihand ku welatê wî 15 milyon Euro pêşkêş dike ji bo nûjenkirina jêrxaneyên sereke li Sûriyê, başkirina xizmetguzariyên giştî û piştgiriya çalakiyên abûrî nexasim karta çandiniyê.
Sjoerd Sjoerdsma diyar kir ku ev alîkarî di çarçoveya hewlên navdewletî de tê ji bo daubareavakirinê li Sûriyê.
Holendayê ev yek di çarçoveya beşdariyê di civînên salane yên banka navdewletî de ragihand ku wezîrê darayî yê Sûriyê Mihemed Yusir Birniyê tê de beşdar bû.
Êlûna bûrî jî, Holendayê ragihand ku wê 25 milyon Euro terxan kiriye ji bo piştgiriya seqamgîrî û dubareavakirinê li Sûriyê û başkirina mercên jiyanê ji bo vegera dilxwazane ya penaberên Sûrî bo welatê xwe.