Beriya 24 salan stêrka topa pê Heysem Kiço koça dawî kir
Welat TV - Hewlêr
Dema ku behsa dîrok û stêrkên topa pê li Rojavayê Kurdistanê û li seranserî Sûriyê tê kirin, divê navê Heysem Kiço were gotin.
Heysem kiço stêrka yaneya Cîhad ya bajarê Qamişlo, bi salan keyf û xweşî di dilê cemawer û hezkerên topa pê de belav kiriye.
Îro Înê 24 sal di ser koçbarkirina wî re derbas dibin.
*Jiyana Heysem Kiço
Heysem Kiço jidayikbûyê Qamişlo ye sala 1976an. Di 1990 tevlî yaneya Cîhad bû.
Di sala 1996an de, ji bo beşdariyê bi tîma ciwanên Sûriyê re di hevrikiya qehremaniya cama asiyayê de, hate vexwendin.
Heysem Kiço 2 caran weke baştirîn golvan di xula Sûriyê ya topa pê de jî hate xelatkirin.
Sala 2000an, bo beşdariyê bi tîma mezinan a Sûriyê re hat vexwendin. çend caran bi tîmê re lîst û bi sedemên siyasetên nerînî li dijî kurdan, ji tîmê hat dûrxistin.
Heysem Kiço sala 2000 û 2001ê Tîma Cîhad kire di pileya duyem de li ser asta Sûriyê.
*Koçbarkirin
Di 16 Cotmeha 2002yan de berê pasa Cîhad li Dêra Zorê bû ji bo hevrikiyê li gel tîma Meyadîn bike, di rê de pas rastî bûyerekê hat û Heysem û ajovanê pasê Mihemed Reşad Yûnis canên xwe ji dest dan.
Barkirina lîstikvanê Kurd ê dîrokî, Heysem Kiço ciwanên Qamişlo ji kurd, Ereb û hemû hezkerên topa pê li deverê, pir xemgîn kirin, yaneya Cîhad jî stêrka xwe ya ku navê wê û kurdan bilind dikir, ji dest da.