Şeybanî û şahê Behrênê pêşhatên herêmî û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

	Şeybanî û şahê Behrênê pêşhatên herêmî û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê derve yê Sûriyê û Şahê Behrênê pêşhatên deverê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Îro wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û şahê Behrênê Hemed Bin Îsa Al Xelîfa li Menama paytexta Behrênê civiyan.

Wezareta derve ya Sûriyê da zanîn ku di civînê de paywendiyên dualî û bihêzkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Wezaretê got jî ku herdu aliyan hejmarek mijarên hevbeş û pêşhatên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin.

►Her weha bixwîne.. Wezîrên derve yên Sûriyê û Behrênê dubare çalakirina komîteya hevbeş gotûbêj dikin