Li Serê Kaniyê nirxê cereya xazê bi 1700 L.S hate destnîşankirin

Li Serê Kaniyê nirxê cereya xazê bi 1700 L.S hate destnîşankirin

Welat TV - Hewlêr 

Rêveberiya Serê Kaniyê nirxê xaza malan destnîşan kir û tekez kir ku her firoşkarekî pabendî nirx nebe, dê rêkarên yasayî di dermafê wî de werin standin. 

Rêveberiya Serê Kaniyê di giştnameyekê de ragihand, ku nirxê cereya xazê bi 170 hezar leyreyên Sûrî ango, 1700 leyreyên sûrî yên nû, hat destnîşankirin, û divê kêşa wê 24 kîlo be.

Rêveberiya Serê Kaniyê tekez kir ku nabe bi tu behaneyan nirxekî zêdetir were standin, û divê hemû firoşkar û belavkerên xazê pabendî vî nirx û kêşê bin.

Her weha diyar kir ku her kesê ku pabend nebe, dê rêkarên pêwîst di dermafê wî de werin standin.