Mihemed Hamidî bo Welat TV: Ziyandîtiyên bûyerên Girê Spî dê werin qerbokirin
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê parêzgarê Reqayê Mihemed Hamidî da zanîn, ziyandîtiyên bûyerên Girê Spî piştî belgekirina ziyanan dê werin qerbokirin û bûyerên çêbûyî bandorê li piroseya vegera koçberkiriyan nake.
Cîgirê Parêzgarê Reqayê ji Welat TV re diyar kir, ji bo ku pirsgirêk bi awayekî rasteqîne were diyarkirin, me daxwaza komîteyeke navendî derbarê bûyerên Girê Spî kiriye, li ser çend teweran dê kar bike.
Diyar kir, tewera yekemîn dê li ser aştiya civakî û bihêzkirina wê be, tewera duyemîn jî dê ziyan werin nirxandin, û kesên berpirs jî dê werin diyarkirin, tewera sêyemîn, yasayî ye, û dê kesên berpirs derbarê van bûyeran destnîşan bike û bo aliyên pêwendîdar rake, da ku rêkarên guncaw werin kirin.
Cîgirê parêzgarê Reqayê Mihemed Hamidî derbarê vegera xelkê û parastina mafên wan, tekez kir, em li ser vê tewerê berdewam in, tiştê bûyî jî bandorê li vê piroseyê nake, lê hin kêmaniyên hevrêkariyê bûn sedema van bûyeran, em ê mîkanîzma xwe biguherin û li ser karê xwe berdewam bin.
Beriya du rojan, hejmarek welatiyên Kurd dema ku serdana rêveberiya devera Girê Spî kir da ku vegerin warê xwe, rastî êrîşan hatin û otombîlên wan hatin şewitandin.