Dêra Zorê.. 4 keç bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer

Dêra Zorê.. 4 keç bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer

Welat TV - Hewlêr

4 keç ji yek malbatê bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer li gundewarê Dêra Zorê.

Li Devera Mi’êzîlê ya Bûkmal li gundewarê Dêra Zorê, mayîneke ji paşmayên şer bi malbatekê de teqiya, di encamê de 2 keçan canên xwe ji dest dan û 2yên din birîndar bûn.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî, ji destpêka salê ve 280 kesî li seranserî Sûriyê di teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dane, her weha 448 kes birîndar bûne.

►Her weha bixwîne.. Zêdetirî 2000 kesî ji destpêka salê ve li Sûriyê hatine kuştin