Qamişlo.. PDK-S salvegera 30emîn a şehîdbûna Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif vejand
Welat TV - Hewlêr
Salvegera 30emîn a şehîdbûna herdu serkirdeyên Kurd, Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat vejandin.
Îro Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, bi beşdariya sekreterê PDK-Sê, serkirde û endamên wê û malbatên herdu şehîdan, 30emîn salvegera şehîdebûna Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif li Qamişlo vejand.
Di vejandinê de, sekreterê PDK-Sê gotinek pêşkêş kir û tê de behsa kar û xebata herdu şehîdan û rola wan di tevgera siyasî ya Kurdî de kir.
Mihemed Ismaîl tekez kir ku qurbaniyên herdu şehîdan di wijdana gelê Kurd û bîrdanka wî de, dê sax bimînin.
Di 3ê Mijdara 1996an de, ku wê demê Kemal Ehmed Derwîş Sekretêrê giştî yê berê yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê bû û Şêxmûs Yûsif Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê bû di dema vegera wan de ji bajarê Hesekê, ku bi erkeke fermî derbarê Sermijêriya Awarte çûbûn, rastî bûyereke çûnûhatinê hatin û di encamê de şehîd bûn.